Dilê’m ji ber evîna te diheliya
Bûye mîna volkanan dikeliya
Dike qêrîn, dike gazin, dinaliya
Tu ji bo min hem derd e û derman e evîn.
Bila pesin ji te re be ey evîn
Li te tê bihar û gul, li te tê jîn
Bila ji bo te feda bibe ew dinyaya derewîn
Tu ji bo min xelat e, wate ye evîn
Gotin û Muzîk : Mehmet Esen
Baglama,vokal: Mem Ararat
Bass,recording,edit: Mesut Yücel
Mix-mastering,davul: Nihad Jemsheer
Aranje : Mem Ararat
My Studio,Qoser